EVDIREHÎM REHMÎ (1890 – 1958)

Navê vî zatî yê temam, Evdirehîm Rehmî Zapsu ye. Carinan ji xwe re û di hin nivîsên xwe de, “Ji mala Hekariyan Evdirehîm Rehmî” gotiye. Di hinek nivîsên wî de, Evdirehîm Rehmî, di hinekan de E. Rehmî û carinan jî bi tenê Rehmî derdikeve. Di nav gel de jê re Evdirehîm Rehmî tê gotin.

Evdirehîm Rehmî di sala 1890″î de li navçeya Elbakê (Başqale) ji dayik bû. Bavê wî Seyid Mehmed Pertewê Hekarî ye. Diya wî Emetulah Xanim keça Hacî Teyar Begê ye. Ev zat ji aliyê dayik û bavê xwe ve, nifşa zadeganê kurdan e. Ev zadeganî di rabûn, rûniştin û hemû tevgerên wî de, dixuyan. Bi xwe jî bi malbata xwe şanaz bû ku ji xwe re, “ji mala Hekariyan” digot. Gelê kurd bi zatên wisa şanaz e. Taybetiyeke wî ya herî mezin ew bû ku nasnavê “seyidî” yê hîç bi kar neaniye. Yên ku bi wê nasnavê pê re diaxivîn ji wan rencîde dibû.

Evdirehîm Rehmî, wekî her zarokekî bajarî, bi leyz û kêfxweşî zaroktiya xwe derbas kiriye. Lê ji ber hiş, hidam û zekaya zêde, her dem zal û pêşkêşiya leyz û gerandina hevalan di destê wî de bûye. Xwendina seretayî li heman bajarokî û di dibistana îbtidaiyeyê de xwendiye û bi rewşeke serketî qedandiye. Dibistana navîn jî li bajarê Wanê xwendiye; piştî qedandina van dibistanan, qeyda xwe di dibistana “Darûl mûelîmîn” (dibisnana mamosteyan) de çêdike û xwendina xwe didomîne. Vê dibistanê jî diqedîne û dibe mamosteyekî pir jîr û jêhatî. Di ber van her du dibistanên dawî re, dersa olî (dînî) li nik birayê Seyid Evdilhekîmê Arvasî yê piçûk Seyid Tahayê Arvasî dixwîne û destûrnameya xwe distîne. Bi vê rewşê dibe fêrisekî oldaran jî. Li dû qedandina van dibistan û medreseyan derbasî bajarê Stenbolê dibe û xwendina xwa ya olî bi xwendina fakûlteya Îlahiyatê ya zankoya Stenbolê dixemilîne. Ji wan rojan paş de êdî em vî zatî di nav kar û xebatên oldarî û neteweyî de dibînîn. Gelek xebatên hêja ji destên wî derdikevin.

Evdirehîm Rehmî kesekî welatparêz bû. Em dikarin bibêjin ku ev welatparêziya ku pê re hebû ji malbata wî gihîştiyê. Lewre malbata wî jî wek malbatên Hekariyê yên kevnare, welatparêz bû. Welatparêziya wî zatî, di derenceyeke pir bilind de bû. Ev yek ji helbest û nivîsandinên wî yên ku di kovara “Jîn” de hatine weşandin, bi rewşeke vekirî dixuye. Di heman demê de, vî zatî digel hevalan, di sala 1919″an de, Mem û Zîna Ehmedê Xanî digel dîwana Melayê Cizîrî, di çapxaneyên bajarê Setnbolê de, bi tîpên erebî çapkirine. Di heman demê de, helbesteke têgihdar li gorî babeta dîwanê nivîsiye û daniye ser dîwana Melayê Cizîrî. Di wê helbesta xwe de wiha dibêje:

Şîrazî li nav firsan kêşa e”lema eşqê

Mela te bir ew can Hafiz bike pê meşqê

Lakin bi kirasek dî nur û şefeqek tê da

Dî ba yekê kurmancî raçand di Cizîrê da

Mela te wekî Hafiz Firdewsî nekir îstad

Hem eşq ji nû hilkir kurmancî te kir îcad

Pol û zexelê kurdî te bi yek nezerê zer kir

Mala ku feqîr mayî tijî dur û gewher kir

Kurmanc divê her dem fexrê bi te kin elheq

Lakin tu ku Mensurî rutba te bû (Enel Heq)

Evdirehîm Rehmî, çiqas welatparêz û neteweperwerekî jêhatî û qenc bû, ew qas jî oldarekî hêja bû. Lê tu gavê neketiye binê fanatîkiya olî, her gav û di her mercê de, xweşbîniya xwe parastiye. Ji ber vê yekê bi hemû celebên dînan, dîndaran, mezheb û terîqetan re dikariya hevaltî bikira. Jixwe di felsefeya wî de, kesên bêdîn û bêbeawerî di cîhanê de, tune bûn. Lewre ew kesên ku oldar nebûna û tu ol nepejirandina jî, heger baweriya wan wisa bûna û ji baweriya xwe re jî rêzkar bûna, dînê wan jî ew bawerî bû. Nexwe di zanîn, felsefe, raman, rêgirtin û şopandina vî zatî de, kesên bêdîn di cîhana hevbeş a alemê de nedima. Bi kurtasî ew zat bi serê xwe alemek bû. Hinek kesan ji vî zatî re, du aliyê wî hebûn; aliyekî welatparêzî û yê din jî oldarî raberî dikin. Heger di dewsa van her du aliyan de, “kesekî têkûz û fireh bû” bê gotin dê xweştir û babetîtir be.

Evdirehîm Rehmî, dema şerê hevbeşkirinê yê yekem, diçe beşdarî hêza Mele Seîdê Kurdî dibe û ji bo rizgarkirina Kurdistanê, li çiya, zozan û berojên Bedlîsê, dikevine şerê Artêşa Rûs. Demekê bi şûn de, birîndar dibe; digel Mele Seîdê Gonî û bi çend hevalan re bi dîlî dikevin destên Artêşa Rûs. Artêş, bêrawestan wan dişîne Ûrisatê (Rûsyayê) . Dûgela (dewlet) Çarîtiya Rûsan wan li ber çemê Volkayê, li bajarokekî hildidin qampê. Di wê dema tengasî û tengezarî de jî ew xwe bêçare nahêle, dersxaneyekê vedike; pirtûkên dersa zarokan dinivîse û dersa zarokên kesên dîl (esîr) dide. Ji bo dema dîlan beredayî (bêşol) nebore, panel û konferansên li gorî mercên dîlîtiyê li dar dixe û dema wan dihêjîne. Bi van karan tenê jî ranaweste. Demên xwe yên vala, bi nivîsandina pirtûkan dadigire. Piştî serkevtin û rûniştina şoreşa Îlonê ya sala 1917″an, hemû celeb dîlên ku di dema Çarîtiyê de hebûn serbest dikin. Yên ku dixwestin ew derbasî welatê wan jî dikirin. Evdirehîm Rehmî, di keysa pêşî de, ji wir derbasî bajarê Stenbolê dibe.

Evdirehîm Rehmî, piştî demekê, bi serek û endamên Kürdistan Teali Cemiyeti re hevdîtin pêk tîne û di nav nivîskarên kovara “Jîn”ê de bi helbest, nivîsên siyasî, çandî û wêjeyî cihê xwe digire. Ew di hejmara kovarê ya yekem de, bi navê “Bang” vê helbesta jêrîn dinivîse û pêşkêşî xwendevanan dike:

Hişyar bûm ez dinya hemî ker

Bi dengê melayî “Elahu Ekber”

“Elahu Ekber” dengê minarê

Rabin dibêjit, her wek hewarê

Rabin dibêjit, weqtê sibê ye

Sahib xebatan, şeytan li pê ye

Mexlub nebin hûn ji destê leînê

Bona Xwedê ye, rabin biçînê

Evdirehîm Rehmî, xwar jor di hemû hejmarên kovara “Jîn”ê de, helbestên xwe diweşîne. Di hinek hejmaran de, digel helbestan, nivîsek jî diweîne.

Evdirehîm Rehmî, ji bilî xebatên xwe yên hêja ku di kovara “Jîn” de diweşandin; yên çapandî û neçapandî ji bîst û pêncan jor, berhemên dînî û neteweyî nivîsandine. Di nav wan de, yên du sê cild jî hene. Di heman demê de ji panzeh rojan carekê bi navê kovara “Ehlê Sunet” kovarek jî derdixistiye û weşana wê heft salan domandiye.

Evdirehîm Rehmî, hê li benda gelek xebatên hêja û qenc bû. Lê nexweşî digel ecelê pêveda. Roja 9″ê Reşemiya 1958″an, di temenê şêst û heştan de, li bajarê Stenbolê koçdawî kir û di goristana Necatî Begê de hate veşartin. Erê wî zatî ji nav me koç kir. Lê berhemên wî digel giyana pîroz ji me re mane. Em li vir helbesteke wî pêşkêş bikin:

Bihar hat, şîn bûn giya

Cil ber kirin, xemilîn çiya

Geştan bikin, ser kaniya

Ji xêzê diçît, şibhî ziya

Beraq û pak û safiya

Eşqa welat, eşqa welat

Te cerg û mêlakê me pat

Carek dî min dîba xwezî

Konê di reş, keriyêt pezî

Tomast li ser avêt tezî

Zeriyêt wek sirmekezî

Li bêrî li pê biznan dibezî

Eşqa welat, eşqa welat

Te cerg û mêlakê me pat

Bo çi ji te em bûn cuda

Me terk kirin lezet û sefa

Şahan kuçe dane geda

Hatin li bin xaniyê me da

Terka te kir bona Xweda

Eşqa welat, eşqa welat

Te cerg û mêlakê me pat

Kanê welatê Serhedan

Sotin ewan ateşgedan

Lewra ku gur bûne şivan

Dengê bilûlan, naliyan

Dengê hewaran, gaziyan

Eşqa welat, eşqa welat

Te cerg û mêlakê me pat

Dengek tune, şolek ecîb

Em mane ser gerdan xerîb

Dûr bûn ji welatê dilfirîb

Carek dî dê bibite nesîb

Çûna li wê rebbê mucîb

Eşqa welat, eşqa welat

Te cerg û mêlakê me pat

Dibêjin welat bo dijmin e

Ez sax bibim qet mimkun e!

Xîret hemiyet zamin e

Eşqa wî mêhvanê min e

Qurban ji wî ra mergê min e

Eşqa welat, eşqa welat

Te cerg û mêlakê me pat

Çavkanî: ↑

1) Jînenîgariya Evdirehîm Rehmiyê Hekarî, Weşanên Xanî, Enqere 1991

2) Uzun, Mehmed; Antolojiya Edebiyata Kurdî, r. 89, Tüm Zamanlar Yayıncılık, Enqere 1995

Nîşe: Ev nivîs ji pirtûka rehmetiyê Feqî Huseyîn Sagniç a bi navê Dîroka Wêjeya Kurdî ku ji nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derketiye hatiye girtin.

Nivîsa Mamoste Qahir Bateyî – 29/11/2007 Pêncşem

Yorum Yapın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Zorunlu alanlar * olarak işaretlenmiştir

*