EYŞE ŞAN ( 1938 – 1996 )
Stranbêjeke navdar a kurd e.
Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li dijî siyaseta çewt û asimilasyona reş û bi hêza Kemalistan li bakurê Kurdistanê mina şêre jinekê li berxweda Eyşe Şan bû.
Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê şilik û nazik, bi wan kilamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (şêr şêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturî û çandiyên Kurdan deqideyekê ji serê xwe dernedixistin.
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di çiriya paşîn a sala 1938an li bajarê Amedê jidayikbûye.
Ji aliyê bav û dê de xwedî malbatek mezin û navdar e.
Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erziromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e.
Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe jî dengbêjekî navdar û herwiha mirovekî gelek dîndar û xwedêtirs bû.
Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe.
Dengbêjên Kurd di vê demê de bandoreke mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê lîstin e, çimkî herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû.
Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn.
Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbiketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê dîwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dikir.
Ev e´detê qenc bi hezaran sal ku hê jî di nava Kurdan de didome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedî gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekirî hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina wêjeya devkî ya Kurdan.
Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese.
Ji berku Evdal bi piştgiriya maddî û me’inewiya Sûrmelî Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve.
Osmanê bavê Eyşe Şanê jî ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin.
Dayika Eyşe Şanê Heciye Xanimê jî carna bi lorikên ku ji wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewarî dixiste bizav û hereketê.
Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyşe Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mîfa werdigirt û bi heval û destexwişkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir.
Eyşe Şan carne bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima.
Ew dibû Zîn û li Cizîra Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carne jî ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya.
Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jê re zindî dibûn.
Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû.
Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê min bi ziman bûna ku ji were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira.
Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn bandoreke mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’
Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemîn car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mîna bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.
Malbata Eyşe Şanê pir oldar bûn, herkes bi xwendina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwendina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemîn.
Lê ew evîndara strana Kurdî ye û li her derê di nava kom û civatên xwebixwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe diafirine.
Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyşe Şanê tê xwestin ku çend stranên xwe li kompaniyekê tomar bike, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û çanda paşverotiyê ya li dijî xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew jî bi dengê xwe ji civata xwe re xizmetekê bide meşandin.
Bûyerek tal di jiyana Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist.
Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Şewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê keçekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keça xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewşek wiha de bandoreke gelek xirab li ser jiyana wê çêdikir.
Li Entabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir.
Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê Entabê bi zimanê tirkî stran gotin.
Lê ji ber ku di dilê Eyşana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya Entabê derdixin.
Pişt re Eyşana Kurd hat Îstembolê û bo cara yekê bi zimanê kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin.
Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî.
Wê ji herçend bi dengê xwe yê xweş dikarî bibe xwediyê hertiştî û pir dewlemend bibe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkirinê, mafê wê nedidanê û ew hertim feqîr û bêkes bû.
Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyşe Şanê ji ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin.
Ji aliyekê din ew bi vê heqiqetê jî hesilyabû ku sistema komara Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdî jî qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mîna mafê 25 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.
NAVEROKA STRANÊN EYŞE ŞANÊ :
Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civakî digirin ber xwe:
1-Stranên kilasîk û kilamên bav û kalan ku bi sedan sale sing bi sing ji aliyê dengbêjên Kurd ve hatine gotin û parastin û samanek netewî û dîrokî tên hesibandin.
Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasík ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê(1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên din.
2-Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwendine. An jî mirov dikare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jiyana Eyşe Şanê ne.
Ji wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku li ser paşverotiya a´det û o´rfên civaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkirina şexsiyeta jinên Kurd hatiye gotin, bala mirovan pir dikişine ser xwe. Herwiha strana (Qederê Yar) ku li ser jiyan û bextreşiyên xwe yên di cîhanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye.
Eyşe şanê strana ( Xerîbim Dayê ) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyşe şanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn.
3-Pişti sala 1990’an ku agirê şoreş û serhildanên netewî li bakurê Kurdistanê berfireh bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya ji bo Kurdistanê ku bi salan ji aliyê Kemalistan ve hatibû serkutkirin, ji nûve geş û gor bûn.
Ji bona wê ji Eyşe Şanê bi dengê xwe yê hertin xweş bûyerên siyasî jî ku di civata wê de diqewmin anín ziman.
Stranên siyasî ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwendine bi piranî behsa wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê û qetilamên ku dagirkerên Kurdistanê pêkanîne dike û bi vî rengî Eyşe Şan helwesta xwe ya ji doza welatê xwe re dide diyar kirin.
Stranên Werin werin Pêşmerge ne, Newroz û Diyarbekir li ser bûyerên Kurdistanê hatine strin.
Girîngiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê di wan salên reş de ku siyaseta asimilasyona Tirkan her dera Kurdistanê girtibû bin bandora xwe û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê Kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek ji bo tenahiya dilbirîndar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin.
Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn.
Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên Kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên Kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana Kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberî vê heza wê dijminê nifşparêz jî li her derê jê re astengî derxistin û ew ji çalakiyên kar û xebata hunerî berbend kirin.
Berevajî xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nifşparêz û inkarkar nebe û bi rastî jî xanima Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetiyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekirî, şewtand.
Eyşana Kurd li sala 1972’an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztir bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgînîyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê.
Sala 1979’an Eyşe Şan ku bi salan bi hesreta ditina başûrê Kurdistanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bi germî ji aliyê Kurdên hemû deverên başûrê Kurdistanê hat pêşwazi kirin. Li Bexda, Dihuk, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mîna M. Arifê Ciziri, İsa Berwari, Gulbihar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên din re derket ser sehnê û bi hevre konsert pêşkêşi gel kirin.
Herwiha wê bi gelek kesayetî û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wî, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman Mizori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan.
Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:’’ Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’.
Lê Eyşe Şanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bona wê jî hîviyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana başûr
Ji sala 1979’an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991’an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Be’isiyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên mûzîka Kurdî kir û bi vî rengî careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dilsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese:
Werin werin Pêşmergene
Derd giranin bêçarane
Ew xerib Kurmancê mene…ax
Ev Dihoke, ev Musile
Zalim Seddam li me hu kir
Zar û zêçê me belakir
Ew qatil fermanê rakir …ax
Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken.
Eyşe Şanê gelek stran tomar kirine ku bi rastî analizkirina berhemên wê karekî hêsan niye.
stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn.
Eyşe Şanê di jiyana xwe de ji ber paşverotiya civakî û zordariya dagirkerên Kurdistanê qet xweşî neditin û hertim ji bo bêşansî û êşa girana jiyana xwe stran dixwindin. Dema Heciye Xanima dayika Eyşe Şanê li Diyarbekirê dimire, ew ji tirsa bira û kesên xwe bo cara herî dawiyê ji nikare dayika xwe bibine û vi derdê xwe wiha tine ziman:
Dayikê qorban ava çemê Diyarbekir iro diherike leme leme e e e
Daykê qorban pêl li pêlê dixe davê ser keleme
Wele iro dayika min nexweşe waya min tunine
Hêsirê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine
Heywax dayê xeribim dayê, hey wax dayê neminim dayê, Heywax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê dayê ez bimirim dayê…
Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewî ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasîma veşartina cenazê wê de beşdarî kiribûn û heta di rojên dawiya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî.
Ew hertim bi tenê bû û di nava xembarî û xemginiyek bêdawî de ji nava me koçkir. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj.
Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên ereb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda Ereb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima veşartina wê de beşdarî kirin. Piştre li ser jiyana wê rêze film hatin çêkirin û…
Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasî ku pêwîst bû, nehat zanîn û girtin. Lê ger wê li hemberî peymana xwe ya teji evîn ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wî dengê xwe yê bênimune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mîna pirensîsekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Ehmedê Xanî xwendibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû.
Eyşe Şan xanimek rewşenbîr û welatperwer bû û baş bi derdê bindestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Ji bona wê jî hertim wiha digot:
‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’
Belê …Ger Eyşe Şanê ji mîna hinek hunermendên bêhelwest ji bona pere û malê dinyayê huner û kesayetiya xwe ya netewî bifiroştana, bêgoman ewê di rewşek baştir de bijiya.
Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem jî ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin.
Ji aliyekê bi derdê nedîtin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewtî û ji aliyê din jî dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene.
Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê Kanuna sala 1996’an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bi nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya bajarê Îzmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.
Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên din ji nifşê piştî xwe re bû xwendingehek dewlemend û di roja îro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kilamên wê dixwînin
Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike.
Xizmet û keda Eyşe Şanê ya dirokî qet nayê ji bîr kirin û her sal 18’ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn.
#ÇAVKANÎ :
Kakşar Oremar, Prensesa Bêtac û Text, Eyşe Şan, çapa yekem: Amed 2012
Rojname: https://rojnameyawelat1.com/eyse-sane-prensesa-betac-u-text/
https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Ey%C5%9Fe_%C5%9Ean
Nivîs: Şervan Agirî