Mele Xelîlê Sêrtî ” 1754 – 1843 “
Mele Xelîlê Sêrtî an jî Xelîl bîn Huseyîn es-Sêrtî el-Omerî el-Kurdî fîlozof, wêjevan û alimekî kurd bû.
Mele Xelîl di sala 1754an li Hîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn.
Bavê wî Mele Hisen û kalê wî Mele Xalîd ji zanayên dînê Îslamê bûn.
Di salên xwe yên biçûk de li cem bavê xwe dest bi hînbûna, Qur’anê kiriye. Li bavê xwe şûnda li medreseyên/dibistanên din jî ders hilgirt û îcazeya xwe ji medreseya Îmadiyê ji Mele Mehmûdê Bahdînî girt.
Ji pê re wî meyl û şop da sofîtîyê kir û êntîsaba yek ji şêxên qedirîyê Şêx Ehmed Reşîd kir û di terîqetê de derbasa mertebeyên terîqetêyê pêşîn bû.
Ew li ser fiqih, hedîs û tefsîrê pêşve çû û li medreseyê Meydanê pênc salan ders dan. Pê re koça hêlê Sêrtê kir. Wî dest bi nivisîna helbestan ji pê der xistina fermanekê bo birayî xwe Mele Îsmaîlê Hîzanî re dike.
Wî di sala 1843an de koça dawî kir. Wî di jiyana xwe de gelek pirtûkên ku di medreseyên kurdistanê da dihatinî xwendin nivisîbûn.
• Hin berhemên wî :
Xelîlê Sêrtî 24 an jî 25 pirtûk nivîsandine, 8 ji wan bi kurdî ne yên din bi erebî ne.
Tebsîret-ul-Qulûb
Tefsîretu Axir Îla Sûretî-l-Kehf
Mînhacû Sittet
Tesîsu Qewa’îd-ul-‘Eqaîdî Kurdîye
Dîyau Qelbî-l-‘Urûfî (menzûm)
Şerhu Ela Menzûmetî-l-şattîbiyyetî Fît’tecwîd
Mehsûl-ul Mewahîbî
Muxlis- Kîtabu Fî Usûlî-l-Fiqhî
Kîtabu Fî Usûlî-l Hedîs
Zubdetu Ma Fîl Fetawa El-Hedîsiyye
Muxteser
Nebzetu Mîn-el-Mewahîb-îl-Medeniye
Nehculenam Fîl ‘Eqaîdî (menzûm)
Nehc-ul Enam (menzûm)
Şerhu Elel Qesîdet-îl-Mehzîye
Rîsaletu Sexîr
Îzhar-ul Usûn
El Qamûs-ul Sanî
Îsaxocî
Rîsaletu Fîl-Mecazî Wel-Îstî’are
Rîsaletu Fîl-Adab-îl Behsî Wel-Munazere (menzûm)
Rîsaletu Fîl-We’zî
El Mentûq-ul-Zumrûdiye (menzûm)
Mewlûd (menzûm)
• Helbesteke wî :
– Te Ezaî Heftin Xwedê Çêkirî –
Te e`zaî heftin Xwedê çêkirî,
Ku pê sed bikî dergehê agirî.
Li kesba heramê çira der didî?
Wedî`a Xwedê ne tu zayi` didî!
Heçî layiqê Rebbe, wana bike,
Ku şehde nedin ew, `îtabê bike.
Heçî ni`meta wî li te daniye,
Ewê pê bike, her ku `ebdîniye.
Ji bo çi tu vê le`b û lehwê dikî?
Heçî ku bi nefe çire dê nekî?
Ewî, çavî daye ku pê bifkirî,
Di vê `alemê `ibretê jê girî!
Temmettu` ji dunyayê jî pê bikî,
Ewe şukrê wî ku nezer pê bikî.
Nezer ku herame heçî ku bike,
Ji fehmê û hifzê xwe bê hez dike.
Guhe bo sema`a li we`z û hedîs
Weha renge Qur`an û nutqa selîs.
Ewe ta`etê wî tu mehfûzîkey,
Xeberdan û dengê neçê, guh nekey.
Ewe nefê ezmanê te ey zekî,
Ku carek bixwînî bi wî `ilmekî.
Weha renge Qur`an û we`z li zikir,
Hedîsan û emran û nehy û şukur.
We hem pê bibînî umûrê di xwe,
Ji muhtacî yû bey` û rehnê di xwe.
Ewe ta`etê wî ku zayi` nekey,
Derewan li fehşê û zem pê nekey.
Gelek ev muzirin, nexesma lîsan,
Ewe yê te waqi` diket der ziyan.
Zikê te te`amê dixwe hel diket,
Di `uzwande xwîn û menî pirr diket.
Bi xwînê, tu tehsîla ta`et dikî,
Bi ya dî, biçîikan ê peyda dikî.
Dibînî bi wê, lezzeta xwarinê,
Weha renge bid`an û vexwarinê.
Ewe ta`etê wî heramî nexwî,
Ji neh pariya zêdetir jî nexwî.
Ewe nefê fercê cîma`ê bikî,
Weled jê bibin, lezzetê jê bikî.
Zinayê meke, her ewe şukrê wî,
Welê çav û dil dê hifizkin ewî.
Bi dest û piyane rizaya Xwedê,
Gelek meslihet jê ku nayên hedê.
Bi destê heramî kîtabet meke,
Li nik zalimîve qe meşyê meke.
Dile hakimê van, tu tahir bike,
Ji rêve dewayê li wî her bike.
Nivîsa: Şervan Agirî