Rewşen Salih Bedirxan ” 1909 – 1992 “
Rojnamevan û rewşenbîra Kurd Rewşen Bedirxan ji wan kesên ku kedek mezin di ber rojnamegeriya Kurdî de daye.Derfetên wan tune bû bi zimanê dayika xwe dibistan bixwînin û rojnamevaniyê bikin, lê belê wan bi derfetên kêm û bi zimanên cuda şitlên rojnamevaniya Kurd çandin.
Rewşen Bedirxan di 11ê tîrmehê sala 1909an de li Qeyseriyê ji dayik bûye û malbata wê di sala 1913an de ji ber xebatên ramyarî sûrgînî sûriyayê dibin, di 30yê adarê sala 1915an da, di temenê şeş salî da bavê wê Salih Bedirxan bi nexweşîya tîfoyê koça dawî dike .
Piştî mirina Salih Bedirxan diya Rewşenê wê dişîne dibistanê. Piştî dibistana seretayî, dibistana mamosteyî ya bi navê Der EL-Muelîmat dixwîne û sala 1925’an li bajarê Kerek ê Urdunê dest bi xebatê dike.
Rewşen di navbera salên 1924-1935′ an de li Urdun û Şamê karê rêveberî û mamostatiyê dike.
Di sala 1934an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan li Sûriyê.
Piştî hevjînê xwe Omer Madan berda, di 22’ê Sibata 1935’an de bi Mîr Celadet Elî Bedirxan ra dizewice .
Ji her du zewacan çar zarokên wê çêdibin.
Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongreya Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewşen Xanimê ya niştimanî pir berfireh û kûr e .
Jiyana Rewşen Bedirxan neynika jîn û danûstandina Mîr Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bû. Ew xeleka gihandina dîroka neteweya xwe ya kevin û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj ya ku bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kir ne. Jiyana wê ne kêmî jiyana bav û kalên wê bû.
Rewşen xanim piştevana mezinahiya mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan bû. Piştevana amadekirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bû. Digel xebatên hêja wê bi xwe jî di kovara Hawarê de dinivîsand.
Rewşen xanim nivîskarî, wergervanî, edîtorî, rêzkirin rûpelan û rojnamevaniya Hewarê dikir.
Bi van xebatên xwe yên giranbiha bû yekem jina ku di Hawarê de bi alfabeya latînî nivîsîye.
Rewşen xanim di kovara Hawarê hejmar 27an de, di nivîsek xwe ya bi navê Kebanî û Mamoste de wiha dinivîse :
” Mêrên ku bexta neteweyan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin. Hêvojtin xwe dielimin, heta axa gorinan ji bîr ne kin û ew tim û tim li wan hikûm dikin. Ji lewre methelokê gotiye : Kurmê şîrî heta pîrî. “
Rewşen xanim di sala 1956’an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hîşyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Rewşen xanim bi bîhinfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi li ser diket.
Rewşen Xanim di 1971ê de li ser daxwaza Mistafa Berzanî, diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hecî Ûmranê Yekîtiya Jinên Kurd saz dike.
Di eynî salê de rûmeta endamtiya Korî Zanyarî Kurd girt û di wê demê de li ser daxwaza Korî Zanyarî Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo kom kirin û civandina destnivîs û pirtûkên ku di arşîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ku li ser Kurdan e bêne civandin û ji Korî Zanyarî Kurd rê bêne rê kirin bû.
Rewşen Bedirxan di 1’ê pûşpera 1992’an de li bajarê Banyas yê Sûriyê jiyana xwe ji dest da û li Goristana Şêx Xalidê Neqşîbendî ya Şamê li kêleka hevjînê wê Celadet Elî Bedirxan û kalikê wê Mîr Bedirxan spartin axê.
Gotina dawî û wesiyeta wê ew bû ku Kurd bibin yek .
– Berhemên wê yên çapkirî
Bîranînên Jinekê, werger, ji zimanê Tirkî bo Erebû, 1951.
Xeramî We Alamî, werger,(çîrok)ji Tirkî bo Erebî 1953.
Bîranînên Mamosteyekî (sê pirtûk), werger, ji Tirkî bo Erebî 1954.
Rûpelên ji Toreya Kurdî 1954.
Nama Gelê Kurd (helbest-Goran) ji Kurdî bo Erebî 1954- ji ber rewşa siyasî navê xwe li ser vê pirtûkê ne nivîsî ye.
Name ji Mustefa Kemal Paşa re, werger ji Tirkî bo Erebî (Ev pirtûk bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
Bîranênên Min-Salih Bedirxan-,werger ji Turkî bo Erebî. (Ev pirtûk jî bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
El-red ‘ele El-kosmopolîtiye, Mehmûd Şîniwî, werger, (ji ber hin sedemên siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî).
– Pirtûkên wê yên ne çapkirî (wendabûyî)
Bîranînên jinekê (perçê duwemîn). Ev pirtûk hate çapkirin.
Bavê min Abdulhemîd – nivîsa Ayşe keça Sultan Ebdulhemîd e.
Dilawerê Zengî
Pirtûka Dotmam ” Rewşen Bedirxan “
Nivîsa Şervan Agirî