Sûsika Simo ” 1925-1977 “

Yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû

Sûsika Simo li Ermenîstanê li herêma Elegezê li gundê Mîrekê ji dayik dibe. Piştî Sûsika Simo tê dinê, malbata wê koçî bajarê Lenînekan dibin. Li wir perwerdeya xwe diqedîne û piştre li nexweşxaneyekê 4 salan hemşîretiyê dike.

Sûsika Simo ji berê de mêla wê li ser kilaman heye û ew dest bi rêwitiya xwe ya hûnerê dike. Di wê serdemê de di nav civaka kurd de hunermendeke jin nedihat qebûlkirin. Sûsika Simo bi van astengiyan re têdikoşe .

Sûsika Simo ligel têkoşîna bi civakê re dibe yekemîn dengbêja kurd ya li Sovyeta Berê. Di sala 1946’î de bi cilên xwe yên kevneşopiya kurdan, derdikeve ser dikê û kilamên bi kurdî û ermenkî dibêje. Bi Kûlya Neftalyan re dixebite û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê welatê Sovyetê, ji bo hunera xwe pêşkêş bike digerin.

Sûsika Simo, jineke êzidî ye Kûlya Neftalyan jî ermenî ye. Li gorî baweriya civaka wê nedihat qebûlkirin ku ew bi kesekî ermenî re bizewiciya. Civak li hemberî zewaca wê jî derket.. Lê Sûsika Simo, wekî çawa ku xwe bi zanebûn û hûnerê, bi civaka kurd dide qebûlkirin, di zewaca xwe de jî bi ser dikeve.

Dengbêja kurd, kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve, di nava kurdên kafkasyayê de navdar dibe.

Di sala 1945’an de ew kilam got û bi dengê xwe yê zelal, di nava gelê kurd de bû dengbêjeka nemir. Jina kurd a dengbêj, pişt re komeke muzikê ava dike û bi koma xwe di filarmoniya Ermenîstanê de cih digre.

Sûsika Simo ne tenê li Ermenîstanê, her wiha li Gurcistan û di gelek welatên Sovyetê jî tê nasîn. Ji bilî kilamên kurdî her wiha dîlan û lîstikên kurdan jî li Qafyasyayê dide nasîn. Sûsika Simo bi xebatên xwe, di pêşketina hunera kurdan de roleke girîng lîstiye.

Dengbêj Sûsika Simo bi strana xwe ya Gulîzerê ve di sala 1955’an de di Radyoya Êrîvanê de jina yekem bû ku stran got.

Di sala 1965’an de deng û navê wê di hemû erdnîgariya Sovyetê de belav bû. Her wiha Sûsika Simo rêya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida jinan.

Di arşîva Radyoya Êrîvanê de gelek qeydên wê hene. Ji ber şert û mercên serdemê wê nikaribû bant derxe lê gelek kilamên wê yên wekî Zilfanê, Sînê, lê lê lo min, Peyayî, hatiye qeyîdkirin.

Sûsika Simo di sala 1977’an de hê 52 salî bû jiyana xwe ji dest da. Di pey xwe ji hunera kurdan re mîrateke mezin û ji jinan re cesareteke mezin hişt.

#çavkanî:

Wikipedia.org

– Malpera Xwebûn

Nivîsa Şervan Agirî

Yorum Yapın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Zorunlu alanlar * olarak işaretlenmiştir

*